Uğur İslamoğlu
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 27 Hezîran 2023
Rojnameger Merdan Yanardag ê ji ber gotinên wî yên der heqê serokê rêxistina terorê PKK/KCKyê da hatibû binçavkirin, bo edliyeyê hat sewqkirin.
Yanardagê ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da ji ber daxuyaniyên wî yên ji bo serokê rêxistina terorê PKK/KCKyê yên di qanala Tele 1 a 25ê Hezîranê roja Yekşemê, der heqê wî da ji ber sûcê "pesindana sûc û sûcdar" û "propagandaya rêxistina terorê" bi awayekî resen lêpirsîn hatibû destpêkirin û hatibû binçavkirin, miemeleyên wî yên li ewlekariyê temam bûn.
Yanardag di refaqeta polêsan da bo Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat sewqkirin.