Ahmet Aydın
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
MARDÎN
Rojnamevanên Çînî ku bi mebesta danasîna Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, bo Tirkiyeyê hatibûn dawetkirin, li mekanên dîrokî geriyan.

Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Pekînê digel Turkish Airlinesê bi hevkarî komek rojnamevanên Çînî ku di nava wan de pêşkêşvanên televizyonan, çêkerên bernameyan û nûnerên medyaya civakî hene, anî Tirkiyeyê.

Rojnamevanên ku bi mazûmvaniya Rêveberê Herêma Mêrdînê yê Turkish Airlinesê Yusuf Dilberoglu û bi rêbertiya arkeolog û dîroknas Burak Erdem li cihên dîrokî yên bajêr geriyan, bûn heyranê Mêrdînê.

Blogger û rojnamevanên Çînî piştî geryan û wênegirtinê serdana Walî û Wekîlşaredarê Mêrdînê Mustafa Yaman kirin.