Firdevs Bulut Kartal
23 Îlon 2026•Rojanekirin: 23 Îlon 2026
ROKETSANê daxuyand ku Pergala Çeka Dijetank a Menzîlkurt KARAOKê cara yekem bi serkeftî li hedefeke asîmanî xist.
Di daxuyaniya li ser hesabê şirketê yê medyaya civakî da wiha hat gotin, "Hêza xurt a qada şer KARAOKê cara yekem bi serkeftî li hedefeke asîmanî xist. Em bi KARAOKê va şiyana xwe ya angajmana piralî ya dijî tehdîdên cuda, xurt dikin."
Midûrê Giştî yê ROKETSANê Murat Îkîncî jî di daxuyaniya xwe ya li ser vê geşedanê da bal kişand ku qada bikaranîna KARAOKê firehtir bû.
Îkîncî wiha got, "Pergala me ya Çeka Dijetank a Menzîlkurt KARAOKê cara yekem bi serkeftî li hedefeke asîmanî xist û qada xwe ya bikaranînê berfireh kir. Bi şiyanên cuda yên em li pergalên xwe zêde dikin, em çareseriyên bibandor ji bo pêdiviyên qadê yên guherbar, dabîn dikin."
KARAOK bi saya çaviya xwe ya ku dîmena jêrsorê dibîne, dikare şev û roj peywirê bi cih bîne. Her wiha li dijî hedefên bi tevger û bêtevger, emiladina KARAOKê pêkan e.