DIYARBAKIR
Arîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay ji bo di rêya ku ji ber berfê hatibû girtin qontrol bike bi Wezîrê pêşketinê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker re bi rêya rêbejê derkete rê da ku biçe Mêrdînê, lê ji ber berfê û derketina pûkebagerê li naveçya Çinara Diyarbekirê li benzîngehêkî bêhna xwe vedan.
Atalay, Eker û Yilmaz li vir bi rayedarên AFAD, Heyva Sor a Tirkan û Waliyê Mêrdînê Ahmet Cengîz re li ser telefonê axivîn û biryar dan ku vegerin Diyarbekirê.
Atalay daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li gor agahiyên der barê rêbejan de yên ku ji walî û qaymeqaman sitandin, hîn bûn ku rêbej ji bo hatûçûyê hatiye vekirin.
Atalay wiha got "Rê niha bi temamî hat vekirin. Bi hevkarî û koordînasyona saziyên me pirsgirêk hat çareserkirin. Şikir ji Xwedê re ku tu pirsgirêkên me tune ne. Heta nîvê şevê dê li wir tu wesayît nemînin."
Atalay diyar kir xwestin ku biçin cihê bûyerê lê rayedaran hişyarî dan ku dibe ji ber berfa gur di rê de pirsgirêk derkevin.
Atalay bal kişand ku li herêmê ji sala 1973yan heta niha berfeke ev qas gur nebariyaye û wiha axivî: "Tirên ku bê tevdîr derketine rê bûne sedem ku rê bixitime. Di çarçoveya koordînasyona Heyva Sor û AFAdê de walitî û yekîneyên leşkerî kûmanya amade kirin û betanî hatin belavkirin. Em jî bi hevalên xwe re li vir in. Em spasiya saziyên xwe dikin, xebateke gelekî serkeftî derxistin."
Atalay, Eker û Yilmaz pişt re biryar dan ku vegerin Diyarbekirê.
Di vê navberê de hat dîtin ku gelek wesayît di rê de asê mane. Ji ber rêya xitimî wesayîta ku Atalay, yılmaz û Eker dibir mecbûr ma ku bikeve rêya vajî, piştî ku rê vebû wesayît derbasî rêya normal bûn.