02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Serokê Meclisê Îsmet Yilmaz: "Rêxistina terorê xwemalî nîne, maşika hêzên derva ye. Divê gelê me yê ezîz vê baş bizanibe. Di navbera heqxwestin û kuştina însanên mesûm da tu têkilî tuneye."
Yilmaz bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Yilmiz destnîşan kir ku rêxistina terorê maşika hêzên derva ye û wiha got: "Rêxistina terorê xwemalî nîne, maşika hêzên derva ye. Divê gelê me yê ezîz vê baş bizanibe. Di navbera heqxwestin û kuştina însanên mesûm da tu têkilî tuneye."
Yilmaz di xeberdana xwe da wiha got: "Dewleta hiqûqê çi dike û ji bo çi heye? Ji bo kesên ku li dijî hiqûqê derdikevin bidarizîne heye. Dewlet ji bo çi heye? Ma hûn dikarin li çiyayên Almanyayê bi çekan bigerin? Ma hûn dikarin li çiyayên Fransayê bi çekan bigerin? Ma hûn dikarin li çiyayên Îngilistanê bi çekan bigerin? Hûn nikarin bigerin. Çima? Lewra hiqûq rê nade. Li dereke ku hiqûq rê nade rewşekê, li Tirkiyeyê hûn ê çawa qebûl bikin? Divê helwesta dualî were terikandin."
Yilmaz der heqê guherandina ciyê sindoqan da wiha xeberda: "Guherandina ciyê sindoqan di nav rayeya rêgezên hilbijartinê da ye. Ya ku tê kirin jî ev e. Ma heger 10 mêtro nêzî mala we be ev li gor demokrasiyê ye, heger 50 mêtro dûr here ev li dijî demokrasiyê ye?"
Yilmaz di axaftina xwe da der barê destnedayîna parlementeran da wiha peyivî: "Li gor fikra mina şexsî divê desnedayîna parlementeran bi kar û barên Meclisê ra were sînorkirin. Divê di mijarên acizkirina welatiyan û binpêkirina hiqûqê da destnedayîna parlementeran tunebe."
Yilmaz bal kişand ser hejmara dosyeyên der barê destnedayîna parlementeran da û wiha got: "Tevî 34 dosyeyên ku piştî 7ê hezîranê hatin dayîn, heta 1ê cotmeha 2015an bi tevahî 332 dosyeyên destnedayînê hatin. Ji ber ku di vê heyamê da komisyon tunebûn tiştek nehat kirin. Em ê dosyeyan teslimî heyama 26an bikin."
Ji hêla din va Yilmaz di berdewamiya xeberdana xwe da der heqê hilbijartina di 1ê sermawezê da jî wiha axivî: "Ev hilbijartina parlementeriyê nîne, ev hilbijartina Tirkiyeyê ye. Em dixwazin Tirkiyeyeke çawa bihêlin. Kî ji bo zarok û neviyên xwe dixwaze Tirkiyeyeke çawa bihêle, bila wisa here ser sindoqan."