Sayim Harmancı,Hikmet Temeş
12 Nîsan 2023•Rojanekirin: 12 Nîsan 2023
Li ser rêya Hekarî û Wanê li 3 cihan hezaz çêbû, ji ber hezazê rê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ji duh vir va li bajêr baraneke gur dibare û ji ber baranê li taxa Erzikî û Depînê li 3 cihan hezaz çêbû û ax hilweşiya ser rê.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn ji bo ku rê bê vekirin dixebitin.
Polêsên trafîkê jî li herêmê tevdîrên ewlehiyê dibînin.
Gelek kesên li ser rê asê mane bendê ne ku rê bê vekirin.
Hin cihan hê jî kevir û ax tên xwarê û dîmenên wan hatin kişandin.