05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
Ji ser banga HDPyê ya ku di 6-7ê cotmehê da bi hinceta bûyerên Kobaniyê li 35 bajaran kiribû ra 5 sal derbas bû. Di wextê xwepêşandanên bêdestûr da çalakvanan Yasîn Boru, Hasan Gokguz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneşê ku goştê qurbanê belav dikirin bi hovane kuştin.
Malbatên ku zarokên wan goşt belav dikirin û di bûyeran da hatin kuştin digel 5 salên borî êşa xwe ji bîr nekirine û wek rojên ewil reşgirêdana xwe didomînin.
Malbatên mexdûr û dilperitî yên ku dijî terorê ne û her tim bertekên xwe nîşan didin ji ber hesretê diçin ser gorên zarokên xwe.
Bavê Yasîn Boru Fikret Boru daxuyanî da nûçegihanê AAyê û lenet li bûyerên ku 5 sal berê qewimîbûn anî.
Boru destnîşan kir pir li zorê diçe ku kurê wî bi hovane hat qetilkirin û wiha pê da çû:
"Kurê min di wextê goştê qurbanê belav dikir û tu zirar jî nedabû mal û canê kesî hat şehîdkirin. Di ser ra 5 sal derbas bû lê me qet ji xwe bîr nekir. Ew her tim di bîra me da ye. Wek Yasîn Boru dema zarok goştê qurbanê li feqîran belav dikin kêfa me tê. Ez niha dinihêrim pirî ciwanan li cihê kêf û zewqê ne lê kurê min ji dil û can goştê qurbanê li feqîran belav dikir. Em dixwazin ciwanên wiha bigihêjin. Kurê min tu carê dilê min nehiştiye. Heta em sax bin wî ji bîr nakin. Kurê min eger sax bûya niha 21 salî bû û dê biçûya zanîngehê."
Mehmet Gokguzê bavê Hasan Gokguzê jî got ku xemginî û şîna wan ev 5 sal e dewam dike û wiha axivî:

"Ev neyarên Kurda ne. Hemû kes bi hemû zimanan diaxivin. Çimkî serbest e. Zarokên ku wê bibin bijîşk, muhendis û mamoste revandin çiya. HDP dijminê gelê Kurd e. HDP Kurdan dixapîne. HDP li vir bi hinceta seyran û perwerdeyê zarokan dişîne çiya. Wan dixapîne û dişîne Qendîlê. Li wir çekê didin destê wan dibêjin herin birayên xwe bikujin."