SİİRT
Şaxa Sêrtê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîna piştevaniyê li dar xist.
Serokê Şaxa Sertê ya ÎHDyê Zana Aksu di salonekê dawetê de axivî û behsa giringiya mafên mirovan kir.
Aksu di axaftina xwe de behsa mîsyona ÎHDyê kir û wiha got:
"Serokên şaxên me hatin girtin. Rastî suîkastan hatin, dîsa jî em wek parastinên mafên mirovan me rêya rastiyê berneda û em ji wê rêyê derneketin. Mafên mirovan ji bo me hemûyan lazim e."
Serokê Şaredariya Sêrtê Tuncer Bakirhan, rayedarên HDP û DBPê, nûnerên hinek sendîqa û saziyên civakî yên sîvîl jî beşdarî civînê bûn.