Platforma Vîna Neteweyî ji aliyê 97 rêxistinên saziyên civakî yên sivîl hat damezrandin. Hak-Îş, Memûr-Sen, Yekîtiya Nivîskarên Tirkiyeyê, MUSÎAD, ÎHH, Weqfa Çanda Mûradiyêye jî di nav de gelek komele û weqfên sivîl di nav de cih digrin. Van hemû saziyên hanê di rojnameyan de belavokeke bi ser navê "Hatibû gotin ku dê hezar sal bidome" belav kir. Di îlanê de hat bibîrxistin ku rûmet, bawerî, fikir, cil û berg, komele, weqf, dikan, kargeh û fabrîqe di wê heyamê de wek tiştên bizirar hatibûn nîşandan.
Di îlanê de wiha hat gotin: "Me xwe li welatê xwe xerîb û reben dihesiband. Lê me bi dil û can ji feraseta gelê xwe bawer dikir. Çawa ku rehmetî Menderes bigotina xwe ya 'Bes e gotin ya gel e' bû dengê dilê me, me eynî wisa jî dizanî ku ev yek dê bi îradeya gel çêbe. Bi hewl û diayên gel ev mizgînî ji sindoqê derket."
Di îlanê de hat diyarkirin, hikûmeta niha ji bo ku azadiya ol, bawerî û gelek tiştên din li giştiyê welêt bi cih bibin xebatên demokratîkbûnê dike.
Di belavokê de hat destnîşankirin ku hemû niyetên li dijî demokratîkbûnê hatine berteraf kirin, dema ku Tirkiye xwe ji qedexe û cudatiyan bi dûr dixe, wê demê biratî û hêvî xurt dibin û wiha hat dewamkirin: "Li ser gotina xwe mayîn û teqdîr kirin mezinî ye. Em wek ew kesên ku li jêrê îmzeya wan heye, bi dil û can ji hêza îradeya gel bawer dikin. Li gor me her tişt divê li gor dilê gel bê çareserkirin. Her pirsgirekên Tirkiyeyê li ser axa wê divê bikaribe bê niqaşkirin. Li dijî kesên ku ji bo serkeftina gel dixebitin divê neheqî neyê kirin. Berjewendiyên şexsî divê pêşî li tiştên ku bi kêrî gel tên negirin. Projeyek hebû û ji bo wê digotin 'ew ê hezar salan bidome'. Lê hinek kesan ew proje di nav 11 salan de berteref kirin û em ji wan re spas dikin. Çawa ku em bûn şahîdê vê têkoşînê, niha jî em îlan dikin ku di pêşerojê de jî em ê dia bikin û bibin alîgirê têkoşînê."
- "Ji bo demokratîkbûnê gavên girîng"
Hiqûqnasê Destûra Bingehîn û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Teknîkî ya Behr Reş Prof. Dr. Yusuf Şevkî Hakyemez diyar kir ku piştî niqaşên li ser dersxaneyan ev îlan watedar bû û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê hin kes dikarin vîna siyasî rexne bikin. Ji bo demokratîkbûnê li Tirkiyeyê gavên gelek girîng hatin avêtin. Dîsa hikûmetê pêşî li sepandinên wan kesên ku digotin ev dê hezar salan bidome girt.
Serokê Giştî yê Memûr-Senê Ahmet Gundogdu destnîşan kir ku belavok ji sê beşan nivisîne. Di beşa ewil de li ser neheqiyên ku li dijî wan hatine kirin sekinîne, di beşa duyem de qala têkoşîna xwe ya li dijî neheqiyan kirine û di beşa sêyem de jî li ser bendewariyên xwe sekinîne.
Ji bo belavokê Lijneya Rêveberiya MUSÎADê jî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku piştgiriyê didin her hevoka belavokê.
Wezîrê Çandê yê heyama 28ê Sibatê Îsmaîl Kahraman jî got: "Tirkiye ji bo ku tu caran hiqûq û demokrasiyê bin pê neke, çi ji destê kê tê, divê bike."
Serokê Giştî yê ASKONê Mustafa Kocal jî bal kişand ser niqaşên rojên borî û diyar kir ku ji bo îstikrara Tirkiyeyê îmzeya xwe avêtine binî belavokê.
Midûrê Giştî yê Weqfa Çanda Mûradiyeyê Ahmet Ûlûsoy jî diyar kir ku wan li ser navê gel ji hikûmetê re bi belavokê spas kirine.
Serokê Lijneya Muteweliya Weqfa ENSARê Îsmaîl Cenk Dîlberoglû jî got: "Serokwezîrê me 11 sal in ku bi awayekî baş wazîfeya xwe dike. Lê hin kesan xwestin ku wî wek dijminê komên oldar nîşan bidin û em jî aciz bûn. Bi vî awayî jî me bertek nîşan da."
Serokê ONDERê Huseyîn Korkût diyar kir ku hikûmetê neheqiyên heyama 28ê sibatê ji holê rakirin û ew jî piştgiriyê didin pêşketinên erênî.