Rifat Hîsarcikliogluyê Serokê Yekîtiya Ode û Borseyan ya Tirkiyê (TOBB) got ku ji ber bûyerên terorî yên di demên dawîn de diqewimin, me wekî rêxistinên karsaz û karkeran biryar da ku di 17ê îlonê roja pênşemê li Enqerê meşek li dar bixin. Hîsarciklioglu got ku dê 14 rêxistin beşdarî meşê bibin û wiha axivî: "Ez bangî hemû Tirkiyê dikim û hemûyan vedixwînim Qada Sihhiyeyê ya li Enqerê."
Civîna çapemeniyê ya hevpar li Kuleyên Cêwî yên TOBBê hat kirin û Hîsarciklioglu li ser navê saziyan daxuyanî xwend.
Hîsarciklioglu got heta mirov berpirsiyariyê hilnede ser milên xwe nikare qala maf û azadiyan bike û wiha dewam kir:
"Em bi vê berpirsiyariyê tevdigerin. Em bi wêrekî tevdigerin û bangî hemû welatiyên me yên ku wekî me di vê mijarê de hesas in dikin. Di vê çarçoveyê de me biryar da ku em 17ê îlonê roja pêncşemê li Qada Sihhiyeyê ya li Enqerê bên bal hev. Em bangî hemû gelê Tirkiyê dikin ku roja pênşemê di saet 16.30an de bên li vir."
Em ji vir bangî saziyên sivîl û welatiyên me yên ku terorê lanet dikin û li biratiya me xwedî derdikevin dikin 'Em ji terorê re dibêjin 'Na' û ji biratiyê re dibêjin 'Erê'. Bila hemû gelê me bê beşdarî meşa me bibe.'