Serokê Partiya Demokrasiya Berfireh (KADEP) yê berê û Parlementerê Serbixwe yê Diyarbekirê Şerefettîn Elçiyê ku par çûbû rehme Xwedê, li memleketê wî Cizîra Şernexê hat bîranîn.
Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş, Alîkarên Serokê Giştî Gultan Kişanak û Meral Daniş, Parlementerên BDPê Erol Dora, Nazmî Gur, Demir Çelîk, Parlementerê Şernexê yê AK Partiyê Mehmet Emin Dindar, Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk û zavayê Elçî Rahêner Mustafa Denizli beşdarî merasima bîranînê bûn.
Piştî mewlîda ku li Mizgefta Mezin hat xwendin, gelek welatî çûne serdana qebrê Elçî yê li Goristana Asriyê.
Serokê Giştî yê BDPê Selahattin Demirtaş li goristanê axiftinek kir û got xwedî li dewa û rêya Elçî derdikevin û ev jî ji bo wan rûmeteke mezin e û wiha dewam kir: "Mirazê wî yê herî mezin aştî bû. Xwezî aştiya mayînde bidîta."
Li ser navê Herêma Kurdistana Iraqa Federal Serbest Lezgîn beşdarî merasimê bû û axiftinek kir.
Serokê Giştî yê KADEPê Lutfî Baksî jî axiftinek kir û got Xwedê rehmetê lê bike.