Mehmet Yusuf Melikoğlu
01 Îlon 2023•Rojanekirin: 01 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Poyrazkoyê li kelekê siwar bû û ji ber ku dema masîgiriyê dest pê kir, ji bêtêlê bi masîgiran ra xeber da û got ku bira heyama masîgiriyê bi ber û bereket be.
Erdogan li Poyrazkoyê piştî di vekirina heyama masîgiriyê ya 2023-2024an da axivî li kelekeke masîgiriyê siwar bû.
Serokomar Erdogan demekê bi masîgiran ra sohbet û di pey ra derbasî dumena kelekê bû û ji bêtêlê bi masîgirên din ra xeber da û got ku bira heyama masîgiriyê bi ber û bereket be.
Masîgiran jî bi bêtêlê bersiva Erdogan da û sipasiya wî kirin.