ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kir.
Hevdîtin li Qesra Seorkomariyê bi qasî saetek berdewam kir û çapemeniyê nekarî hevdîtinê bişopîne.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz jî beşdarî hevdîtinê bû.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re de der barê rewşa dawîn a Bakurê Iraqê de agahî sitandin û lijneya mêvan jî ji ber piştgiriya Tirkiyeyê ya ku dewam dike, spas kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin bidestxistin Davutoglu bi Serokwezîrê HKIyê Barzanî re li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Dolmabahçeyê hat bal hev.
Davutolgu der barê rewşa dawîn a Bakurê Iraqê de agahî sitandin û lijneya mêvan jî ji ber piştgiriya Tirkiyeyê ya ku dewam dike, spas kir.
Davutoglu girîngiya ewlehiya Iraq û HKIyê ya ji bo Tirkiyeyê destnîşan kir û diyar kir ku diyar kir ku dê hevkarî û arîkariyaTirkiyeyê zêde bike û berdewam bike. Davutoglu got ku di vê çarçoveyê de kêfxweş in ku hevkariya di navbera hikûmeta navend a Iraqê û HKIyê de xurt dibe.
Davutoglu got wisa bawer dike ku civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind ya ku dê bi ziyareta Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî ya tê payîn ku hefteya bê bê kirin, dê ji bo têkiliyê Tirkiye û Iraqê encamên baş derxîne holê.