Elif Irmak
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê Kuweyt û Qeterê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê Serokomarê Erdogan dê di çarçoveya ziyareta xwe da bi Emîrê Kuweytê Şêx Newwaf el-Ehmed el-Cabîr es-Sabahê ku şûna Şêx Sabahê Emîrê Kuweytê yê wefat kir hat ser peywirê ra hevdîtin bike û sersaxiyê bidê.
Di hevdîtinê da herwiha dê ji hemû aliyan va li ser têkiliyên dualî bisekinin û der barê mijarên herêmî da goftûgoyê bikin.
Erdogan paşê dê derbasê Qeterê bibe û bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra bê bal hev.
Tê payîn ku Recep Tayyîp Erdogan û Al Sanî derfetên bêtir xurtkirina hevkariya niha ya di navbera herdu welatan da binirxînin, her wiha li ser mijarên herêmî û navneteweyî guftûgoyê bikin.