Haydar Şahin
28 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2020
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê heqareta ji bo şexsê wî li kapaxa kovara Charlie Hebdoyê ya îro hat weşandin hat kirin da li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilîdar bû.
Huseyîn Aydinê parêzerê Erdogan li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilîdar bû û xwest ku der heqê midûrê karên nivîsê yê kovarê, midûrê weşana giştî û karîkaturîst da ji ber "heqareta li serokomar" lêpirsîn were vekirin û doza dewletê bidin destpêkirin.
Di daxwaznameya gilîdarbûnê da hat gotin ku weşana hat kirin di çarçoveya azadiya çapemeniyê da nayê nirxandin, dibê saziyên çapemeniyê li gor rêgezên exlaqê çapemeniyê tev bigerin, ji helwestên maf û azadiyên şexsan binpê dikin dûr bisekinin.
Di daxwaznameyê da hat gotin ku li gor xalên 26 û 28an ên Qanûna Bingehîn azadiya îfadeyê ya bêsînor nedane çapemeniyê, di gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da jî azadiya çapemeniyê bi persiyariyên çapemeniyê ra tên gotin.
Dîsa di daxwaznameyê da hat bibîrxistin ku dema îtibara şexsan mijar be û îhtimal hebe ku mafên şexsan zirarê bibîne berpirsyariyên çapemeniyê girîng in, di weşana kovarê da bi hişmendiya berpirsyariya azadiya çapemeniyê tev negeriyan e.
Di daxwaznameyê da hat diyarkirin ku bi dîmena Charlie Hebdoyê weşan va şexsiyet, rêzdarî û îtibara Serokomar Erdogan xistine hedef, li serokomar heqaret hatiye kirin û wiha hat gotin: "Dixwazim di çarçoveya xisûsên hatin gotin ên daxwaznameyê da der barê sûcên şikbaran kirine da lêpirsîn were kirin û doza kamuyê were vekirin.