Mümin Altaş
12 Hezîran 2022•Rojanekirin: 12 Hezîran 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan sersaxî da malbatên eskerên ku li herêma Pençe-Kilîtê di pevçûna mensûbên rêxistina terorê ya cudakar da û di teqîna teqemeniya destçêkirî da şehîd ketin.
Li gor agahiya ku hat hildan, Serokomar Erdogan ji malbatên şehîdan ra peyam şand û serxweşî da wan. Çawîşê Pispor ê Peyade Omer Yildirim û Serdesteyê Pispor ê Peyade Mehmet Alî Çap di pevçûnê da şehîd ketin, Çawîşê Pispor ê Îstihkamê Gokhan Demir û Erê Bipeyman ê Peyade Fuat Ozer jî di teqîna teqemeniya destçêkirî da şehîd bûn.