Haydar Şahin
19 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan danê nîvro ji bo bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirina Qisma 6an a Rêbejaya Marmaraya Bakur bibe ji bamala xwe ya li Kisikliyê derket ku here Koşka Wehdedîn a li Çengelkoyê.
Erdogan çû firina li Kolana Bosnayê ji wê derê nanê genim, nanê nokan û simît kirî, bi xwediyê firinê û xebatkaran ra axivî.

Erdogan dema ji firinê derket jî qasî demekê bi welatiyan ra axivî.
Canîk Askerogluyê xwediyê firinê diyar kir ku ji nanên li firinê çêdikin îkramî Serokomar Erdogan kirin û wiha axivî: "Nanê genim, nanê nokan û nanê hevîrtirşkê me dayê. Me simîtê genim û simîtê kûçeyê jî da Serokomar. Me çend cure nanên din jî dayê."

Askeroglu got Serokomar Erdgoan ji wan pirsî ku karê wan çawa dimeşe û wiha pê daçû: "Ji me agahî sitand. Hosteyê me pirsî. Li personelan mêze kir. Hijyen kontrol kir. Nanên me kontrol kirin. Memnûn ma. Ji ber ku hat dikanê me jê ra sipas kir. Bira sax be. Hetanî ji destê me tê me alîkarî dayê."
Askeroglu got ligel nexweşiyê û qedexeya derketina derva karê wan rind e.