Serokomar Erdogan: "Qerebax herwekî bo Azerbaycanê giring e, bo me jî giring e"
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Qerebax herwekî bo Azerbaycanê giring e, bo me jî giring e. Pirsa Qerebaxa Jorîn yek ji mezintrîn hêviya me ye ku pêdivê di esasê serwerî û yekparçeyiya axa Azerbaycanê de bê çareserkirin."
Ahmet Aydın
25 Sibat 2020•Rojanekirin: 26 Sibat 2020
Baki
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.
Serokomar Erdogan got, "Gaveke giring di xala siyasî de, bi taybet mijara rêhesin a di navbera Tirkiye û Nexcivanê de. Ev jî bi taybet dibe bersivek ji bo wan kesên ku serxwebûna Nexcivanê ji destê wê derxistin.
Erdogan derbarê pirsa Qerebaxa Jorîn got, "Qerebax herwekî bo Azerbaycanê giring e, bo me jî giring e. Pirsa Qerebaxa Jorîn yek ji mezintrîn hêviya me ye ku pêdivê di esasê serwerî û yekparçeyiya axa Azerbaycanê de bê çareserkirin."
Serokomar Erdogan derbarê hedefa qebareya bazirganî ya bi Azerbaycanê re got, "Emê qebareya xwe ya bazirganiyê ya 2023yan derxînin 15 milyar dolar. Hedefa me ev e."
Serokomar Erdogan: "Qerebax herwekî bo Azerbaycanê giring e, bo me jî giring e"