Kaan Bozdoğan
11 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê îro tesîsên ku bi destê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) hatine çêkirin, veke.
Li gor parvekirina li ser hesabê "Medyaya Dîjîtal a Erdogan", bendav, ava vexwarinê, avdêrî, tapîkirin, arav û parastina sêlavê di serî da bi tevahî 369 tesîs wê werin vekirin.
Di parvekirinê da hat gotin ku proje li 66 bajaran hatin çêkirin û bihayê wan 53 milyar lire ye.