Haydar Şahin
18 Îlon 2015•Rojanekirin: 18 Îlon 2015
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hemad Al Sanî da li ser îxlalên li ser Mescîda Eqsayê hat axaftin û hat gotin ku dibê alema Îslamê bertekeke hevkar nîşan bide.
Li gor agahiyên ku ji çevkaniyên serokomariyê hatin sitandin, Serokomar Erdogan di têlefonê da bi Mîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hemad Al Sanî ra li ser îxlalên li dijî mislimanan û Herêma Şerîf yên Îsraîlê axivî.
Serokomar Erdogan û Mîrê Qetarê Şêx Temîm bîn Hemad der barê têkiliyên ku ji bo mijarê bi welatan ra danîn da agahî dan hevdu. Herdu serok diyar kirin ku karê Îsraîl dike meriv nikare qebûl bike, dibê welatên Îslamê li dijî îxlalan helwesteke hevpar nîşan bidin.
Di axaftinê da hat gotin ku dibê civaka navneteweyî li dijî îxlalên ku dibin sedema ragêşiyê bêdeng nemîne.