17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
BAKU
Di şerê li ser xeta eniyê ya Ermenistan-Azerbeycanê da ji artêşa Azerbaycanê eskerek şehîd ket.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Netewî ya Azerbaycanê, Ermenistanê piştî civîna Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê ya li Viyanayê hat kirin, agirbest îxlal kir.
Hat ragihandin ku di şer da eskerê bi navê Natîg Tahîrlî yê ji artêşa Azerbaycanê şehîd ket.
Hat îfadekirin ku artêşa Azerbaycanê jî li hemberî êrîşê gule barand ser baregehên aliyê din.
Rayedarên wezaretê, sersaxî da malbat û xizmên eskerê ku şehîd bû û hat gotin ku ji niha û pê va berpirsê hemû bûyerên wê li Ermenistanê pêk werin rêvebiriya Erîvanê ye.