Abdullah Tel
31 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 02 Sibat 2020
Li Muradiyeya navçeya Wanê ji ber sir û seqema zêde qismekî Sûlava Muradiyeyê ku li herêmê yek ji berhemên siruştî ye herî xweşik e û her demsal xwedî reng û rûçikekî din e, qerisî.
Sûlava Muradiyeyê her demsal dibe xwedî rengekî û di van rojên zivistanê ku sir û seqem zêdeye da jî ava wê qerisiye û mîna bûkeke xêlîspî xuya dike.
Li Muradiyeya navçeya Wanê ji ber sir û seqema zêde qismekî Sûlava Muradiyeyê ku li herêmê yek ji berhemên siruştî ye herî xweşik e û her demsal xwedî reng û rûçikekî din e, qerisî. ( Necmettin Karaca - Anadolu Agency )
Gelek ziyaretvanên ji hundir û dervayê welêt tên dîtina Sûlava Muradiyeyê û ewder niha ji ber ku qerisiye dişibe travertenên li Denizliyê.
Germahiya hewayê ya li herêmê di bin sifirê da heta 20 pileyî daket û qismekî Sûlava Muradiyeyê ya ku li ser Çemê Bendîmahê ye jî qerisî.
Tevlî sûlava qerisî guliyên dar û berên li der dorê ku di sermayê da qeşa girtine jî dîmenên xweş raxistin holê.
Welatiyên ji ger û geştê hez dikin tetîla nîvesalê jî ji xwe ra wek fersend dîtin û hatin û xwe ji xweşiya sûlava qerisî ya mîna bûka bixêlî xuya dike mehrûm nehiştin.
Ji welatiyan Mehmet Kiliçogluyê ji Diyarbekirê hatibû got ku ew bi taybetî ji bo dîtina vê xweşiyê hat.
Sûlava Muradiyeyê ya qerisî dişibe bûka bixêlî
Aynur Aytîn a wêneyan dikişîne jî diyar kir ku dîmenên niha li Sûlava Meydanê xuya dikin ji bo wênekêşan wek resmên xêzkirî ne.