Sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî, ji welatê xwe reviyabûn û xwe sipartibûn Tirkiyeyê, vedigerin welatê xwe.
Penaberên ku di nav de gelek jin û zarok jî henin li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê civiyan û ji bo derbasî welatê xwe bibin ji erkdaran destûr xwestin.
Sûriyeyiyên ku demeke li ber deriyê sînor sekinîn, piştî destûrê derbasî welatê xwe bûn.
Mûstafa Bozanê sûriyeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo piştgiriyê bide YPGyê, ji Tirkiyeyê derbasî welatê xwe bû.
Dervîş Ûsame jî got ku dê vegere welatê xwe û ji bo parastina axa xwe têbikoşe.