21 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
ÎZMÎR
Rojnamevan Tayfûn Talîpoglûyê 55 salî li Îzmirê li nexweşxaneyê mir.
Li gorî agahiyan Talîpoglû li mala xwe ya li taxa Guzelyaziya navçeya Konakê nerehet bû. Li ser vê merivên Talîpoglû bangî ekîbên tendûristiyê kirin.
Ekîbên Tenduristiyê Talîpoglu birin nexwşxaneya Lêkolîn û perwedehiyê Ataturkê ya Zanîngeha Katîp Çelebî. Li vir digel hemû midaxeleyan Talîpoglû mir.
Tayfûn Talîpoglû di sala 1962an de li Qersê hat dinê. Li Enqereyê Beşa Rêvebirina Giştî ya Fakulteya Sîyasal a Zanîngeha Enqereyê qedand. Rojnamevan Talîpoglû di sala 1995an de dest bi bernameya "Bamtelî" kir. Gelek qunciknivîs, album û helbestên Tayfûn Talîpoglû hebûn.