Lijneya Giştî ya TBMMyê dê sibê bicive û dê pêşniyara AK Partî û ya CHPyê ya ji bo avakirina komîsyona lêpirsînê ya Meclîsê ya der barê 4 wezîran de dê nîqaş bike. Li Lijneya Giştî ewil dê pêşniyara parlementerên AK Partiyê bên nîqaşkirin.
AK Partî dixwaze pêşniyarên CHPyê yên ku der barê 4 wezîran de cuda cuda hatin pêşkêşkirin, red bike û pêşnûmaya xwe qebûl bike. Li gorî vê AK Partî dixwaze ku ji bo her çar wezîran tenê komîsyoneke lêpirsînê were vekirin.
Di pêşnûmaya AK Partiyê de îdia û tevgerên wezîrên berê bi hûrgulî cih digrin.