DIYARBAKIR
Kesên ku di şerê li Kobanêya girêdayî bajarê Helebê de birîndar bûn û ji bo tedawiyê anîn nexweşxaneyên Diyarbekirê qala serpêhatiya xwe kirin.
Tedawiya 15 kesên ku di êrîşên DAEŞa rêxistina terorê yên ser Kobanê de birîndar bûn li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl û Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dike.
Leyla Ciwana (24) birîndar ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, Tirkiyeyê zehf alîkarî da wan.
Ciwanê got ku DAEŞê ber destê sibê êrîşî taxa wan kir û wiha dewam kir:
"DAEŞê ji nişka ve bi çekên otomatîk hemû xanî dan ber guleyan. Dema ku me deriyê xwe vekir, gule li me ketin. Bavê min û birayê min mirin. Di wê navê de ez jî li hêwana malê bûm, nû ji xewê şiyar bibûm. Gule li min jî ketin. Xizmên min diwar qul kirin û ez xilas kirim. Piştre betaniyê li min pêçan û anîn sînorê Tirkiyeyê. Ji wir jî ez li ambulansê kirim û anîn nexweşxaneyê."
Ciwanê wiha dewam kir: "Li vê derê hemû alîkariyê didin me, em ji nexweşxaneyan memnûn in. Hemû kes hewl didin ku alîkariyê bidin me. Heke Tirkiyeyê ji me re deriyê xwe venekira dibe ku em li wir bimriyana."
Felemez Cûmayê (34) ji penaberên Kobanê got ku wî dema bihîstiye ku biraziya wî birîndar bûye, ji bo ku wê ji Sûriyeyê bîne çûye ber sînorê Sûriyeyê.
Cûma got ku min dît gelek birîndaran tînin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Jin, zarok û kal û pîrên birîndar dianîn Tirkiyeyê. Min berî niha tiştekî wiha nedîtibû. Heke Tirkiyeyê ji me re deriyê xwe venekira dê birîndarên me bimrana. Xwedê ji wan razî be bi me re eleqedar bûn."