18 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
TBMM
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag diyar kir ku di dewrên hikûmetên wan da tu rayedarekî hikûmetê ji tu walî û hêza ewlehiyê ra telîmat nedaye û negotiye ku 'dema ku rêxistina terorê li derê hanê hendek kola, tu temaşe bike'.
Li Lijneya Giştî ya Meclisê hevdîtinên li ser rakirina parêzbendiya parlementerên ku dosyeyên wan hene dewam dike. Li ser maddeya 2yemîn hevdîtin kuta bû û derbasî dengdayîna veşartî bûn.
Bozdag der heqê maddeyê da pirsên parlementeran bersivandin.
Bozdag diyar kir, heta niha hemû hikûmetên ku hatine û çûne, bi awayekî semîmî bi terorê ra têkoşîn dane û wiha dewam kir:
"Her hikûmet li gor derfetan xwestiye ku terorê biqedîne, rijandina xwînê bisekinîne, hizûr û aştiyê bi awayekî mayînde tesîs bike. Ji bo van jî ji aliyekê va bi awayekî semîmî li ser polîtîkayên ewlehiyê, ji aliyekî din va jî li ser alternatîfan xebitîne. Ne helwesteke dirust e ku meriv hikûmet û wezîrekî hikûmetê sûcdar bike û bibêje ku 'piştgirî da terorê, bû alîkar'; ev helwest bi însaf, bi edalet, bi wijdan û ji heqqaniyetê nîne.
Bifikirin; li sikaka Merasimê bombeyê biteqe, li wê derê gelek mirovên me yê şehît bibin, birîndar bibin, ji vê yekê Serokomar û Serokwezîrê welêt wê aciz nebin. Qet tiştekî wiha bê aqil dibe? Mixabin hin hevalên me, tu dibê qey li Tirkiyê çi qas çalakiyên terorê çêdibin, tiliya dewleteke din tê da heye û dixwazin hişmendiyeke wiha çêkin. Li rojhilat, başûrê rojhilat kê çal û hendek kolan? Kê gula berdide leşker û polêsan? Kê xwekujan perwerde dike û dişîne cihên ku mirov lê dijîn? Kê li rawestgehên otobêsan bombeyan diteqîne? terorîstên PKKê, terorîstên DAEŞê û dirinde û caniyên rêxistinên terorê diteqînin. Tirkiyê berî niha çawa bi van ra têkoşîn da, wê piştî vî qasî jî bi awayekî biryardar têkoşînê bide."
Bozdag diyar kir, "Her kes dizane ku tenê bi operasyonên hêzên ewlehiyê va ev mesele çareser nabe" û destnîşan kir wezîfeya wan e ku li ser rêbazên din jî bisekinin.
Bekîr Bozdag diyar kir ku dema hikûmetên wan da tu berpirsekî hikûmetê emr nedaye waliyekî an jî hêzeke ewlekariyê û negotiye "dema ku rêxistina terorê li vir xendek kola tu jî temaşe bike".
Bozdag destnîşan kir ku li Enqereyê bi çi qawayî midaxaleyî çalakiyên dijî ewlekariyê tê kirin, bi heman awayî li Diyarbekirê an jî li dereke din wexta ku bûyereke dijî asayîşa qamûyê rû da di çarçoveya hiqûqê da midaxale tê kirin û wiha dewam kir, "Telîmat ev e. Telîmateke din jî tuneye. Jixwe tiştekî din jî mirov nikare bîne bîra xwe."
"Bi telîmatê fezleke nayê amadekirin"
Wezîrê Dadê Bozdag bal kişand ku bi tu awayî bi telîmatê fezleke nehatine amadekirin û wiha xeberda, "Destûra me zelal e; tu meqam, mewqî, kesayet di warê emilandina erka dadrêsê da nikare emr an jî telîmatê bide meqamên dadrêsê û nikare tawsiyeyê bide wan. Yên ku ji vir radibin û dibêjin, 'ma fezleke heye, we telîmat da an na?' bi zanetî dixwazin însanan bixapînin. Tiştekî were nîne."
Pêşnûmaya HDPyê ku dixwast madeya 2yemîn ji teklîfê were derxistin, nehat qebûlkirin.
Parlementerên AK Partiyê dema ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ket hundirê Lijneya Giştî çepik lêdan.