31 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
Diyarbekira ku bi navê "Bajarê dîroka wê bi keviran ve hatiye nivîsandin"jî tê zanîn, Baxçeyên Hewsêlê û sûrên wê di nav Lîsteya Mîretayên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cih digirin ji hêla tûrîstan ve wek berê geş nîne.
Dema ku pêvajoya çareseriyê dewam dikir ji bajarên herî zêde ji vê yekê îstifade dikir yek jî Diyarbekir bû lê êrîş û bûyerên terorî yên ku di demên dawîn de qewimîn canê esnaf û sermayedarên li bajêr zer kir. Wexta li çar aliyê bajêr aramî hebû gelek tûrîstên xwemalî û biyanî dihatin bajêr û digeriyan.
Şêniyên li Sûra dîrokî ya navçeya Diyarbekirê ku di dema bûyeran de derketina derve jî lê qedexe bû dixwazin ew rojên geş careke din derbikevin pêşberî wan.
Ji ber bûyer û êrîşên terorî li navçeyê tûrîzm wek berê tuneye û ev yek him zirarê dide esnafên li taxên wê û him jî sermayedarên li wê derê xwediyê mal û milk in.
Dikandarên li wê derê diyar dikin ku ji ber tunebûna kar nikarin deynê xwe bidin û ji mecbûrî xebatkarên xwe jî ji kar derdixin.
Esnaf, dikandar û şêniyên li taxê dixwazin ku aramî û ewlehî careke din li çar aliyê bajêr bi cih bibe û pêvajoya çareseriyê ji cihê ku lê sekiniye dewam bike.
Serokê Komeleya Karsaz û Pîşesazên Heq Ramazan Azboy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştî bûyerên terorî çûn serdana esnafên bajêr û dîtin ku hemû esnaf ji tunebûna kar gilîdar in.
Azboy bi taybetî bal kişand ser navçeya Sûrê ya ku navenda bûyerên terorî bû û wiha pê de çû: "Şer û pevçûnên li Sûrê qewimîn zirar da Baxçeyên Hewsêlê û Sûrên Diyarbekirê yên ku di nav Lîsteya Mîretayên Çanda Dinyayê ya UNESCOyê de cih digirin, lewra dilê milet sar kirin. Em li bendê bûn ku bi milyonan tûrîst bên lê yên ku li vê derê bûn jî çûn."
Azboy ragihand ku ji navçeyê nêzî 600 malbatî koç kir û rewşa esnafan jî qet baş nîne.
Wekîlê Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşveçûnê ya Karacadaxê (KPK) Hasan Maral jî got ku bi saya serê pêvajoya çareseriyê li herêmê veberhênan zêde bûbûn lê ji ber bûyeran ev yek serobin bû.