25 Tebax 2020•Rojanekirin: 25 Tebax 2020
Terorîstê PKKyî yê li Qamişloya herêma Sûriyeyê teslîmî eskerên Tirk bû, anîn Îdirê.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtîya Îdirê hat dayîn, di çarçoveya xebatên ku Serokatiya Îstixbaratê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo teslîmbûna mensûbên PKK/KCKya rêxistina terorê dike da terorîstek bi piştgiriya malbatê jî hat qanîkirin ku teslîm bibe.
Terorîst piştî qanîkirinê di êvara 18ê tebaxê da li herêma ku dikeve berpirsiyariya Fermandariya Tabûra Hidûdê Bejayê ya 2yem a Nisêbînê teslîm bû.
Li gor tesbîtê terorîst li herêma Dêrezora Sûriyeyê maye. Ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Îdirê ew anî bajêr û derbarê wî da karên edlî dan destpêkirin.
Di encama operasyonên serkeftî yên demên dawîn hatin kirin da dibêjin ku rêxistina terorê ketiye pêvajoya belabûnê, xebatên ji bo qanîkirina teslîmbûnê ya ji bo mensûbên rêxistinê dewam dikin.