17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Berwarî (FETO/PDY) da Mehmet Mezher Gulenê "berpirsiyarê dersxane û xwendigehan ê Tirkiyeyê" yê biraziyê Fetullah Gulen e jî tev 29 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, di çarçoveya operasyona dijî fînansekirina rêxistinê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê rêva dibe da ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr bi 500 polêsî va îro destê sibê di ser 73 navnîşanan da girtin. Di operasyona ku hê dewam dike da Mehmet Mezher Gulenê (28) berpirsiyarê dersxane û xwendingehan ê Tirkiyeyê yê biraziyê Fetullah Gulen û melayê Ewlekariya Bergamayê û gelek rêveber jî tev 29 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonê da li wargeheke xwendekaran a li Bergamayê û Komeleya Karsaz û Pîşesazên Bakirçayê jî geriyan.
Kesên ku di operasyona hê dewam dike da hatin binçavkirin birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr. Hat ragihandin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde be.