Kenan Irtak
14 Gulan 2021•Rojanekirin: 16 Gulan 2021
Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) bi hinceta ewlehiyê seferên ber bi Tel-Evîvê yên îro betal kir.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ji ber êrîşên Îsraîl dibe ser Xezeyê gelek saziyên rêhewayê ji ber ewlehiyê seferên xwe betal kirin. THYyê jî seferên ji Balafirgeha Stenbolê yên pîlan dikirin îro bike ji ber ewlehiyê betal kir.
Di malpera THYyê da hat dîtin ku ji bo seferên sibê û roja yekşemê jî bilêt nayên firotin.