Haydar Şahin
01 Gulan 2020•Rojanekirin: 02 Gulan 2020
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê diyar kir ku teyareya kargoyê ya alîkariyên amûrên tibî bar kiriye ew ê îşev here Somaliyê.
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û diyar kir ku di sala 2011î da li Somaliyê ji ber xelayê bi deh hezaran kes mirin û dîsa roja remezanê bû û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Somalî ziyaret kir bû hêviya welatiyan û bala dinyayê kişand ser êşa mirovahiyê ya li vê derê.
Îbrahîm Kalin wiha got: "Der û dora Somaliyê guherî. Rûmeta mirovahiyê hat parastin. Îro dîsa li ser telîmata Serokomarê me teyareya kargoyê ya kîtên tesbîtê, tulim, rûpêç û cîhazên tibî bar kirin ew ê bi şev here Somaliyê. Di têkoşîna dijî nexweşiyê da Tirkiye li cem birayên xwe ye. Bira mirovahî nemre û meriv nemrin."