Elif Orhan
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag li ser arîkariya çekan a Amerîkayê got: "Ji bo YPGê Tirkiye gihaye nuqteya dawîn a sebra xwe. Tirkiye ji bo avêtina pêngavên hewce biryardar e."
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag: "(Plana Amerîkayê ya ji bo li Sûriyeyê avakirina 'Hêza Ewlehiya Sînor') Dema ku mijar beqaya gelê Tirk û dewleta Tirkiyeyê be dema hewce bike ji bo xeter ji holê bên rakirin, tehdîd bên tunekirin dê bê dudilî tiştê ku hewce dike bike û dike jî."