24 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) bi operasyoneke asmanî li bakurê Iraqê, 16 hedefên rêxistina terorê ya cihêxwaz îmha kirin.
Li gorî agahiyên ku ji Sererkaniyê hatin sitendin, balafirên cengê yên Fermandariya Hêzên Asmanî, seat di navbera 14.56-19.54an da, li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyan, Qendîl û Xwakurkê yên bakurê Iraqê û li deverên çolbeyarên Hekariyê operasyon li dar xistin.
Di operasyonê da 16 hedefên PKKya rêxistina terorê ya cihêxwaz hatin îmhakirin.