11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
ÎSTANBÛL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li 10emîn konferansa Sererkanên Welatên Balkan da destnîşan kir ku dezgehên navneteweyî ji tecrubeyên tahl ên salên 1990î ders nestandine.
Erdogan bal kişand ku dezgehên navborî ji nav û qîmetê hatin xistin û wiha got, "Dezgehên ku pêwîst e bibin pêbaweriya îstiqrar û ewlekariya cihanê, careke din dîsa dibin terefên tevliheviyên navxweyî û hewsabên siyasî yên neçê û ji nav û nirxa wan pê dişikê."
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku mijara Sûriyê seba hemû cihanê bûyer gefekê û wiha dewam kir, "Mijara Sûriyeyê ji aliyê encamên xwe va êdî bûyereke herêmî nîne, bûye tehdîdeke navneteweyî. Em dizanin ku welatên Balqanan jî wek Tirkiyeyê ketine binê barekî giran û bi malieyeteke mezin ra rû bi rû mane."
- "Dezgehên navneteweyî ji tecrubeyên tahl ên salên 1990î ders nestandine"
Serokomar Erdogan bi berdewamî wiha axivî, "Mixabin divê ez li vir vê tesbita xemgîn bikim. Em dibînin ku îro saziyên navneteweyî ji tecrube û ceribandinên salên 1990î ders nestendine. Saziyên ku divê bibin temînata ewlehiya kurewî û îstiqrarê ji bo nîqaşên siyasî yên teng û nîqaşên navxweyî tên emilandin.
Em li 3 milyon sûriyeyî û iraqiyên ku ji şer revîn û hatin xweyî derketin. Tirkiye nika mêvandariyeke wisa dike ku li dinyayê bêhempa ye. Di vê mijarê da mînakeke wisa tune. Em tu carî nefikirîn ku gelo Yekîtiya Ewropayê, dinya an jî Neteweyên Yekbûyî alîkariya pereyan bide me an na. Me ji bûdçeya xwe ya neteweyî hetanî nika 10 milyar dolarî zêdetir mesref kir. Ji bûdçeya neteweyî. Ev mesrefên bi fature ne. Lê saziyên me yên civaka sivîl û şaredariyên me jî gelek mesref kirin. Dema ku em hemû mesrefan bidin ser hev ev xwe digihîne 20 milyar dolarî."
- "Li me bêbextî û buxtan kirin"
Erdogan wiha bal kişand ser têkoşîna Tirkiyê ya dijî DAEŞê, "Di têkoşîna dijî DAEŞê da dewletên sereke gavê navêjin û îstixbarata ku hewce dike nadin, lê dixwazin her tiştî Tirkiye bike. Heta di vê pêvajoyê da gelek bêbextî hatin kirin û buxtan kirin. Ev rewş bi vî awayî dewam nake. Li qisûrê menêrin kesên ku Tirkiye û DAEŞê danîne cem hev û gotin ku alîkariyê dide DAEŞê derketin. Niha têkoşîna ku em li dijî DAŞEê didin li dinyayê tu dewletek nade. Zirara ku ji DAEŞê gihîştiye me li dinyayê negihîştiye tu kesî. Helbet di vir da me jî gelek zirar da DAEŞê. Li Sûriye û Iraqê di têkoşîna me ya dijî DAEŞê da bi qasî 3 hezarî zirar da rêxistinê."
- "Em gelekî baş dizanin ka çek ên kîjan welatan in"
Serokomar Erdogan der heqê çekên di destê DAEŞê da jî wiha got,"Em dizanin ku çekên di destê DAEŞê da çekên kîjan dewleta Rojavayê ne. Heta dema me ji hin dostên xwe ra digot 'Hûn şaşiyê dikin, balafiran daneynin', ji me ra digotin 'Filan der di talûkeyê da ye, wê bikeve, em mecbûr in.' Mixabin alîkariya ku şandin nêvî ket destê DAEŞa rêxistina terorê û nêvî jî ji PYDya rêxistina terorê ra çû. Ji ber ku ev mesele li ser têlefonê hat xeberdan bi eşkereyî dibêjim."
- "Teklîf kirin ku sekreteriyaya mayînde li Stenbolê were damezirandin"
Serokomar Erdogan bal kişand ku ew dixwazin li Stenbolê sekreteriyaya mayînde damezirînin û wiha xeberda, "Em dixwazin ku wek xweyîlêderketina herêmî ji aliyê parlementeriyê va jî pêş bikeve. Ji bo vê jî, em teklîf dikin ku sekreteryaya daîmî ya Asambleya Parlementeran a ku nika di navbera welatên Ewropaya Başûrê Rojhilat da heye li Stenbolê bê sazkirin."