Ayşe Şensoy Boztepe
25 Gulan 2022•Rojanekirin: 26 Gulan 2022
TURGEV û Weqfa Ensarê der barê îdiayên Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu da wiha daxuyandin: "Agahiyên ku bi meqamên Amerikayê va hatine parvekirin û her welatiyê ku dikare ji çavkaniyên eşkere xwe bigîhîne wan, wek ku tiştekî veşartiye tên parvekirin. Em vê tevgera dijî welatê me ya ku kampanyayeke lekekirinê ye şermezar dikin."

Di daxuyaniya TURGEV û Weqfa Ensarê da hat gotin mertebeya ilmê mertebeya herî bilind e, bi sed salana e civaka Tirkan bi vê yekê bawer dike û ji bo xwendekar bixwînin bi rêya weqfan wan didin xwendin.
Hat gotin di vê çarçoveyê da wek gelek weqfan Weqfa TURGEVê û Weqfa Ensarê jî bi vê armancê bi pereyên xwe heta îro bi deh hezaran xwendekar dane xwendin.

Di daxuyaniyê da ji ber îdiayên Kiliçdaroglu yên der barî van wefqan da bertek hat nîşandan û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Agahiyên ku bi meqamên Amerikayê va hatine parvekirin û her welatiyê ku dikare ji çavkaniyên eşkere xwe bigîhîne wan, wek ku tiştekî veşartiye tên parvekirin. Em vê tevgera dijî welatê me ya ku kampanyayeke lekekirinê ye şermezar dikin."