Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokkomarê Pakistanê Memnun Huseyn diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û Pakistanê di dinyayê de bêemsal e û got: "Têkiliyên me li ser mîras û çanda hevpar ava bûne û loma bihêz in."
Huseynê ku ji bo mersima sondxwarina Serok Recep Tayyip Erdogan li Tirkiyê ye têkiliyên herdu welatan bo peyamnêrê AAyê nirxandin.

Di nirxandina xwe de Huseyn destnîşan kir ku peywendiya Tirkiye û Pakistanê taybet û wiha dewam kir:
"Peyv di îfadekirina têkiliyên Tirkiye û Pakistanê de têr nakin. Têkiliyên me li ser esasê mîras û çanda hevpar ava bûne. Loma bihêz in û bawer im di pêşerojê de bihêztir bibin."
Huseyn Serok Erdogan jî ji bo serkeftina hilbijartinê tebrîk kir û got ew jê re dua dike.
Huseyn diyar kir ku têkiliyên Tirkiye û Pakistanê di dinyayê de bêemsal e û got:
"Divê em di warê ticaretê de jî têkiliyên xwe bihêztir bikin. Tirkiye û Pakistan demeke dirêj e hevkariya berevaniyê dikin.