ANKARA - ŞENAY UNAL
Wezareta Çand û Tûrîzmê û Yekîtiya Şirketên Gerê yên Tirkiyeyê bi hev re organîzasyonekê li dar dixin û di vê çarçovê de 100 Pîrên Elewiyan derdixin rêwîtiya pîroz. Di gerê de peşiyê yê herin Necefa ku merzelê Hz. Elî lê ye, Kerbelaya ku merzelên Hz. Huseyn û 72 hevalên wî lê ne û paşê jî herin Mekke û Medîneyê.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk proje hilda bin berpirsyariya xwe û dixwaze ku ev proje bigihêje hemû kesan û wek saziyekê bê avakirin.
Wezîr Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev projeke zehf girîng e û di alema Îslamê de yê her kesî bîne bal hev ji ber vê yekê jî proje hildaye bin berpirsyariya xwe.
Çelîk diyar kir ku ev gera pîroz ji bo çareserkirina pirgirêkên di nav misilmanan de gaveke mezin e, Necef, Kerbela, Mekke û Medine cihê hemû misilman in.
Çelîk destnîşan kir ku pêşveçûyîna mirovan her dem nayê menaya serxwebûna heqîqata mirovan û wiha axivî:
"Dibe ku Hz. Huseyn dizanibû ku yê li hemberê artêşeke mezin û xurt şer winda bike lê tiştê ku Hz. Huseyn bi zarê wî û ehlê beytê re bir Kerbelayê doza heqîqetê bû. Li Kerbelayê Hz. Huseyn bû meseleya heqîqeta hemû mirovan."