Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelik li Sirûca navçeya Rihayê bi malbatên kurd ên ku ji Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê re axivî.
Çelik li ber avahiya Qeymeqamtiyê bi Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik jî re axivî.
Çelik der barê rewşa li navçeyê de ji Qeymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî agahî hilda û malbatên kurd ên ku ji Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê re axivî.
Çelik destnîşan kir ku di xizmet û xebatan de cihêtiyê nakin û wiha axivî: "Ez wek wezîrê dewletê bi we re me. Hûn ê çawa xwe rehet hîs bikin, em ê alîkariya we bikin. Dixwazin li cem xizmên xwe bimînin û dixwazin jî li kampan bimînin. Înşela em ê di demeke kurt de we bişînin malên we, lê niha çi ji destê me were em ê bikin."
Çelik li Mizgefta Ahmet Bîcan jî çû serdana malbatên kurd ên ku li hewşa mizgeftê dimînin û ji malbatan xwest ku bila derbasî kampên AFADê bibin.
Çelik destnîşan kir ku gelê Sirûcê himbêza xwe ji penaberan re vekir û wiha axivî: "Niha em ê malbateke ku li hewşa mizgeftê dima, bişînin YÎBOyê."
Serdanên Çelik ên li Sirûcê berdewam dikin.