Anadolu Agencyê (AA) ji wêneyên xwe yên bijarte yên ku di sala 2014an de, deng vedan weşand. Edîtorên AAyê, 200 wêneyên bijarte diyar kirin.
Di nav 200 kareyî de, wêneyên bûyerên ku li Tirkiye, Misir, Sûriye, Hong Kong, DYA, Îspanya, Îtalya, Ukraynayê pêk hatin û di rojeva 2014an a dinyayê de deng dan, di çapemeniya navneteweyî de demeke dirêj cih girtin hene. Wêne li ser pergala HASê bi tirkî û îngilîzî hatin weşandin.
-AA hemû bûyeran ji nêz ve dişopîne
AAya ku her diçe hêza xwe di qada navneteweyî de zêdetir dike, bi saya tîmên ku dişîne herêmên cuda yên dinyayê hemû bûyeran ji nêz ve dişopîne. Li DYA , Misir, Rûsya, Îspanya, Îngilistan, Belçîka, Yewnanistan, Îtalya, Almanya, Îsraîl, Afrîkaya Başûr, Tûnûs, Etiyopya, Nîjerya, Pakistanê wênegirên AAyê hene. Herwiha wênegirên azad yên AAyê li herêmên cuda yên dinayayê hene û bi saya van AA ji hemû bûyeran agahdar dibe û di nav saziyên din de derdikeve pêş.
AA di demên dawî de di nav çapemeniya herêmî û biyanî de derket pêş, herwiha bi saziyên herî mezin ên nûçe û dîmenan yên dinyayê yên wek "AFP Image Forum" û "Getty Images" re peymana hevkariyê çêkir. Daxwaza AAyê ew e ku îmzeya "Anadolu Agency"yê bike yek ji merqeyên dinyayê. Wêneyên AAyê yên sala 2014an di weşanên wek TIME, Guardîan, New York Tîmes, Washîngton Post, Telegraph, Parîs Match, Newsweekê de cih girtin. Herwiha wênekêşên AAyê di pêşbirkên wêneyan ên navneteweyî de jî xelat wergirtin.
AA li bajarê Perpîgnana Fransayê, beşdarî mihrîcana wênekêşiyê ya herî mezin a dinyayê ya bi navê Vîsa Pour L’Imagenê jî bû.
AAyê bi saya malpera webê ya "anadoluimages.com"ê jî hemû vîdeo û naverokên multîmedyayê jî ji dinyayê re vekir.