06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Ebdirehman Begê Peşawerî li Hindistanê ji malbateke dewlemend tê û di 26 saliya xwe da cil û bergên xwe û kitêbên xwe difiroşe û bêyî malbata xwe ji bo ku alîkariya misilmanan bike di 1912an da tê Stenbolê û wek xebatkarê ewil ê Ajansa Anadoluyê (AA) dikeve qeydên AAyê.
Peşawerî di damezirandina ajansê da cî digirê û bi taybetî di dema xebatkariya xwe da qetlîamên ku arteşa yewnanan li Anadoluye dike ji raya gişti ya Ewropaye ra radigihîne.
Li gor nûçeya Mucahit Arslanê lêkolîner a ku di hejmara dawin a Kovara Dîrok û Çandê ya Yedîkitayê da derket, Ebdirehman Bege Peşawerî, bi navê xwe yê din Ebdirehman Samdanî, di 1886an da li Peşawera paytextê Haybet-Peştûnyaya eyaleta Hindistanê hatiye dinyayê.
Peşawerî kurê Gulam Samdanî ye, Samdanî mitehîdekî dewlemend bû û di sala 1880an da ji Keşmîrê koçî Peşawerê kiribû. Peşawerî wek 12 zaroken din ên malbatê perwerdeyeke baş dibîne û dibistana seretayî û navîn li Peşawerê temam dike û ji bo lîseyê jî li Hindistanê diçe Dibistana Taybet a Aligarhê.
Peşawerî dîroka Osmanî dixwîne û ji ber hezkirina wî ya ji bo tirkan ji xuşk û birayên wî jê ra digotin "Lalayê Tirk" yanê "Kekê Tirk."
Piştî ku Şerê Balqanan a Ewil dest pê kir, xwendekarên kolejê di pêşengiya Peşawerî da ji pereyê xwarinê birin û dan "Fona Alîkariya Tirkan a Cemiyeta Hîlalê Ehmer." Ebdirehman Peşawerî alîkarî kir û gel jî piştgiriyeke mezin da.
Peşawerî wek xebatkarê ewil ê AAye ket qeydan û di dema xebata xwe da qetliamên ku artêşa yewnanan ên ku li Anadoluyê dike ji raya gişkî ya Ewropaye ra radigihine.
Mucahît Arslan di nivisa xwe da destnîşan dike ku Halîde Edîp Adivara ku yek ji damezrênera AAyê ye di bîranîn xwe da dibêje ku Peşawerî gelek zimanan dizane û li buroya yekem a ajansê li avahiya Dibistana Zîraetê bi hev ra xebitîne û tiştên ku Adivarê gotiye Peşawerî derbasî daktiloyê kiriye.
Peşawerî di tekoşîna neteweyî da xebatên mezin kiriye û di 1920an da li ser navê TBMMyê bi navê "Fewqelade Murahhas" wek Balyozê Tirk ê yekemîn çûye Efxanistane.
Peşawerî piştî rewîtiya 4 meh û nîvekî çû Kabûlê û Qiral Emanullah Xan jê ra qesrek tehsîs kir.
Malbata Peşawerî dibihîze ku wek balyoz hatiye Kabûle jê ra namê dişînin ku vegere, lê ji malbata xwe ya ku 10 sal e nedîtiye ra dibêje "Welatê min dagirkirî ye, ez zilamekî azad im û nayêm axa ku di bin dagirkeriya Îngiltereyê da ye."
Diya wî ji Peşawerê tê Kabûlê da ku kure xwe qanê bike, lê Peşawerî ji diya xwe ra wiha dibêje, "Dayê, heta ku Anadolu dagirkirî be ez nazivirim."
Peşawerî di sala 1922an da wezîfeya xwe dewrî Fexredîn Paşa û dizivire Stenbolê û li ba Rauf Orbay dest bi wezîfeyê dike. Peşawerî di 21e Gulana 1925an da dema ku bi şev dixwaze ji Beşiktaşê here mala xwe ya li Nîşantaşiye ji hêla 3 kesên nediyar va bi debançeyê tê birîndarkirin.
Peşawerî piştî vê êrişê felç dibe û di 30yê hezîrana 1925an da dimre û mezele wî li Goristana Maçkayê ye.
Mirina Peşawerî li Hindistane deng veda û navê wî li odeya wî ya li wargeha Koleja Alîgarhê kirin. Di sala 1933an da Raûf Orbay li ser vexwendina Ensarî dema ku diçe Hindistane diçe serdana odeya wî û kitabeyekê datîne odeya Peşawerî.
Xêncî vê li Zanîngeha Peşawerê di pêşbirkên di nav dibistanan da ji bo wî Kupaya Raûf-Rehman hat dayîn.