ERZURUM
10 xwendekar 2 mamosteyên ji Lîseya Anadoluyê ya Oltiyê yên ku di çarçoveya projeya Erasmusê da ji bo 15 rojan çûbûn Îspanyayê, vegeriyan.
Midûrê xwendingehê Onser Yegîn û xwendekarên ku tevlî gerê bibûn çûn ziyareta Şaredar Îbrahîm Ziyrek û Qaymeqam Gokhan Zengîn û ji wan qala nêrînên xwe kirin.
Yegînê destnîşan kir ku mijara projeyê "Berawirdêhevkirina Hişmendiya Hûnerê ya Xiristiyanan û Nêrîna Hûnerê ya Dînê Îslamê" bû, Ajansa Neteweyî ya Wezareta Yekîtiya Ewropayê projeya wan qebûl kir û ew jî ji bo 15 rojan çûn Madrîda paytextê Îspanyayê geriyan. Yegînê diyar kir ku di ziyareta xwe da mîrata dîrokî ya ku ji Dewleta Endulisê maye ji nêz va dîtine.
Yegînê di ziyaretê da wek xatireya Îspanyayê resim diyarî Şaredar Ziyrek û Qaymeqam Zengîn kir.