SÎVAS
6 xwendekarên ku li Sêwasê di Malên Şewqetê da dimînin ji bo ku umreyê bikin şandin axa pîroz.
Midûrê Bajêr ê Malbat û Polîtîkayên Civakî Hasan Aykut di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got: "Me ji bo 6 qîzên me yên ku di Malên Şewqetê da dimînin organîzasyona umreyê amade kir. Organîzasyon di tevkariya Midûriyeta Bajêr ê Malbat û Polîtîkayên Civakî û Miftîtiya Bajêr û bi alîkariya Birêz Walî Alîm Barut û xwedixêran va hat amadekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 2 xwendekarên lîseyê, 4 xwendekarên zanîngehê yên ku di Malên Şewqetê da dimînin di çarçoveya organîzasyonê da îro di saet 11,20î da ji Balafirgeha Nurî Demirag a Sêwasê hatin birêkirin. Aykut destnîşan kir ku bernameyê 14 rojan dewam bike.