Li Hekariyê bi tevahî 358 hezar û 900 lîre alîkarî dan 69 kesên ku di bûyeran de mal, kargeh û wesaîtên wan zirar dîtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Hekariyê, hat bibîrxistin ku di 5ê cotmeh û 14ê cotmehê de bi hinceta DÎŞIyê li navenda bajêr û navçeyan xwepêşandan hatibûn lidarxistin.
Li gor daxuyaniyê Serokatiya Aborî, Civakî û Karên Çandî ya Serokwezîriyê ji bo alîkariya welatiyên ku di bûyeran de zirar dîtin, pere ji walîtiyê re şand. 358 hezar û 900 lîre bi destê komîsyoneke ku di bin banê walîtiyê de hat avakirin li hesabê bankê yê 69 kesan hat razandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ji bo ku zirara 10 welatiyan jî bê dayîn, xebat didomin.