Ahmet Aydın
10 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik Piştî Civîna Lijneya Rêvberiya Navendî ya AK Partiyê ya ku bi seroktiya Serokê Komara Tirkiyeyê û Serokê Giştiyê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya hat lidarxistin, bersiva pirsên rojnamevanan da.
Berdevk Çelik derbarê hilbijartinên herêmî û Tifaqa Cumhûr de got, "Ya giring ew e pêdivê mirov guh bide dengê welatiyan û daxwazên civakî. Di vê çarçoveyê de nirxandinek hat kirin. Tifaqa Cumhûr di serdema raborî de bo siyaseta Tirkî, serkeftinên gelekî giring bidest xist. GPiştî vê wê destkeftiyên mezintir bîne.
- Hevdîtina Erdogan-Bahçeli
Berdevkê AK Partiyê Çelik derbarê hevdîtina Erdogan-Bahçeli de wiha got, "Li gorî ajandaya Serokomarê me û Cenabê Bahçelî ev hevdîtin ji xwe berdewam in. Îro hevdîtinek din heye? Erê mumkun e."
- Nîqaşên Efûyê
Çelik ji bo nîqaşên efûyê jî wiha axivî, "Derbarê nîqaşên efûyê de, jibilî ew tiştên ku min berê ragihindibûn, nirxandinek nîn e."
- "Tirkiye weke pirdekê ye"
Berdevkê AK Partiyê Çelik anî ziman ku di mijara Idlibê de Tirkiye îstîşareyên xwe hem di warê dîplomasiyê dehem di qenalên din de didomîne û got, "Îstişareyên digel Îran û Rûsyayê jî didomin bi heman şêweyî ji bo Pêvajoya Cenevreyê, Pêvajoya Astanayê weke pirdekê ye."
- Rexne ji bo Kiliçdaroglu
Çelik di bersiva pirseke derheqê Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de got, "Heke ji 15ê temûzê re bibêje hewla derbeyê û him jî ji bo 20ê temûzê bêje derbe, tê wateyê ku Rêxistina Terorê ya Fetullahî û hikûmeta rewa di heman astê de dibîne. Em ji vê re dibêjin 'zihniyeta Yassiadayê'. Şandina 15 parlementerên xwe ji derekê bo derekê, ji wî wetrê demokrasî ye. Îradeya parlementeran dewrî mulk nîn e."