Abdullah Tel
07 Adar 2020•Rojanekirin: 08 Adar 2020
Koça penaberan a ji Edirneyê ber bi Yewnanistanê va dewam dike.
Penaberên ku Almanya di serî da dixwazin ber bi welatên Ewropayê va biçin tên bajêr.
Penaberên xwe digihînin bajêr ji sînorên bejayî û çem derbas dibin û derbasî Yewnanistanê dibin.
Hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê bi ava tazyîk û bombeyên xazê va midaxaleyî penaberên ku li ber barîkatên Deriyê Sînor ê Pazarkuleyê disekînin, kirin ( Gökhan Balcı - Anadolu Agency )
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu duh diyar kiribû ku hejmara penaberên ji Edirneyê derbasî Yewnanistanê bûn gihîşt 142 hezar û 175an.
Penaberên berê xwe dane Ewropayê bi taybetî ji Çemê Merîçê yê ku sînoreke tabiî ye û biqasî 200 kîlomêtro ye derbas dibin û diçin Yewnanistanê.
- Yewnanistan awayek tund midaxale dike
Di vê navberê da nêzî 3 hezar û 500 penaberên li dor û bera Deriyê Sînor ê Pazarkuleyê bi cih bûne û hêvî dikin ku wê Yewnanistan derî veke sekna xwe didomînin.
Penaberên ji xwe ra li ber têlên tûj û bi dirî yên ku Yewnanistanê li ser sînorê xwe kişandiye disekinin rastî midaxaleya hêzên Yewnan tên û car caran li hemberî wan fişekên plastîk û carna jî yên heqîqî tên bikaranîn.
Hêzên Yewnan bi ava tazyîk û xaza rondikrêj va midaxaleyî penaberan dikin.
Penaberên ji xwe ra li dor û bera Deriyê Sînor ê Pazarkuleyê bi cih bûne hêvî dikin ku wê Deriyê Sînor ê Kastaniesê bê vekirin.