WASHINGTON
Komeleya SosyalBen a ku ji bo pêşveçûna zarokên diçin dibistana seretayî û li herêmên bidezavantaj dijîn hewl dide, vê carê ji bo zarokên sûriyeyî dest bi xebatan kir.
Komeleyê ji bo 400 zarokên sûriyeyî şer ji bîr bikin dest bi xebatan kir, zarok dê bi rêya hunerê ji bin bandora şer derbikevin.
Endamên SosyalBenê ku berê jî alîkarî dabûn zarokên sendroma Downê pê re heye; projeyên xwe yên ji bo pêşerojê bi nûçegihanê AAyê re parve kirin.
Serok û Damezrînera Komeleya SosyalBenê Ece Çîftçiyê got armanca wan ew e ku dersên wek resim, muzîk, dans, wênekêşî, şano, setrenc, teknolojî, tenîsa ser maseyê û dersên atolyeyê bidin zarokên ku temenê wan di nav bera 7 sal û 13 salan de diguhere. Bi saya van dersan dê zarok ji bin bandora psîkolojiya şer derkevin, bi xwe bawer bin, pêş bikevin, hînî parvekirinê bibin û hînî jiyana nav civakê bibin.
- Dora zarokên sûriyeyî hat
Çiftçiyê got ku li bajarê wek Riha, Gîresûn, Çorûm û welatên wek Makedonya, Gambiya û Kamboçyayê di atolyeyan de bi sedan zarok perwerde kirin û wiha dewam kir: "Niha armanca me ew e ku em zarokên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê perwerde bikin."
Çîftçiyê got ku di serî de dê bernameyeke ku 6 mehan dewam bike, çêbikin. Bername li gor psîkolojiya şer a zarokan dê bê amadekirin. Dê di çarçoveya perwerdeyê de him dersên erebî bidin him jî dersên psîkolojiyê.
Çîftçiyê got ku 150 xwendekarên zanîngehê dê perwerdeyê bidin û wiha pê de çû:
"Pêvajoya herî dijwar a psîkolojîk e. Em ê jî bi rêya hunerê zarokan ji wê psîkolojiyê derxin. Lewra huner muzîk an jî aktîvîteyên din ên civakî bixwebaweriya zarokan xurt dikin. Zarok bi rêya hunerê xwe nas dikin."