Li Tirkiyeyê 5 hezar û 762 werzîşvanên xwedî lîsansa şûrbaziyê (eskrîm) ne. Adiyaman jî bi 332 werzîşvanên xwe ve piştî Enqere û Stenbolê di rêza 3emîn de cih digre.
Wezareta Werzîş û Ciwaniyê di sala 2007an de bajarê Adiyamanê ji bo werzîşa şûrbaziyê herêma pîlot hilbijart. Li Adiyamanê ewil gelek kesan der barê şûrbaziyê de tiştek nizanibû. Lê niha bajêr bi 332 werzîşvanên xwe yên şûrbaziyê ve li Tirkiyeyê di rêza sêyemîn de cih digre.
Midûrê Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê yê Amerîkayê Seyît Ahmet Bagci ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku li Adiyamanê ji 7 salan pê ve ev werzîş tê kirin.
Bagci wiha axivî: "Piştî Enqere û Stenbolê em di rêza sêyem de cih digrin. Me heta îro 26 werzîşvan ji bo tîma neteweyî perwerde kir. Niha 20 werzîşvanên me di tîma neteweyî de ne û 6 werzîşvanên me jî li bajarên ku çûne werzîşê dikin."
Bagci ragihand ji ber ku zarokên herêmê spora şûrbaziyê hez kirin û bi ser ketin ev werzîş li bajêr bi nav û deng bû.