21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2015
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Endazyariya Meteorolojiyê ya Fakulteya Zanistên Firoke û Fezayê ya Zanîngha Teknîkê ya Stenbolê (ZTS) Prof. Dr. Orhan Şen got ew wisa texmîn dikin ku ji ber bûyera xwezayê û atmosfera kurewî "El Nîno" ya ku di meha adarê de dest pê dike, zivistanê îsal bi derengî bikeve.
Şen di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de bal kişand ku bandora El Nînoyê li ser hemû dinyayê dewam dike.
Şen destnîşan kir ku El Nîno îsal bi taybetî di havîn û mehên destpêka payîzê de tesîra xwe hebû û wiha domand, "Lê gorî pêşdîtinan El Nînoyê di 2016an de qels be, bandora wê yê kêm be û ji ber vê jî germahiyê li ser rêjeya xwe ya asayî dewam bike. Germahiya kurewî bandora xwe ya li ser guhastina demsalan bi xurtî didomîne. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê El Nînoyê demsala zivistana îsal derengî bixe."
- Germahiya cotmeh û sermawezê
Şen bal kişand ku li Tirkiyeyê germahiya cotmeh û sermawezê dê ji ser rêjeyên asayî be û wiha got, "Em wisa texmîn dikin ku şertên hewayê yên zivistana îsal jî dê di asta normal de bimeşe."