Endamên rêxistina terorê bi çek û moşekavêjan êrîş birin ser Midûriya Ewlehiyê ya Yuksekovayê.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, 2 enadamên rêxistina terorê bi çek û roketavêjan êrîş birin ser Midûriya Ewlehiyê ya Navçeyê.
Hêzên ewlehiyê li heberî êrîşê bi çekan bersiv da û li ser vê di navbera hêzên ewlehî û endamên rêxistinê de şer çêbû. Hat diyarkirin ku şer nêzî 20 daqeyî dewam kir. Di pevçûnê de kes nemir û birîndar nebû; lê di avahiya ku guleya roketê lê ket de xisar çêbû.
Li herêmê operasyonên dorfireh dan destpêkirin. Herwiha di vê navberê de hin esnafan kepengên dikanên xwe girtin.